Alîkarekî Kremlinê Dibêje Eger Zelenskyy Telefon Bike, Dê Putin Bersivê Bide

Vladimir Putin, Donald Trump, and Volodymyr Zelenskyy

Ajansa nûçeyan a Interfaxê roja Yekşemê ji ser zarê şêwirmendekî Kremlinê ragihand ku eger serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy telefon bike, dê serokê Rûsyayê Vladimir Putin bersiva wî bide,"ji ber ku Putin tu carî li dijî danûstandinan nebûye."

Şêwirmendê Kremlinê Yuri Ushakov gotiye ku "Ez bawer im ku ew ê bersiv bide, bêguman. Putin tu carî danûstandin red nekirine."

Ushakov gotiye ku gera din a danûstandinan a dîtina çareserîyekê ji bo nakokîya li Ukraynayê divê di destpêkê de bi formata sêalî bi Rûsya, Ukrayna û Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê re were lidarxistin.

Dema hatiye pirsîn ku eger ji Rûsyayê hat pirsîn gelo divê welatên Ewropî beşdarî danûstandinan bibin yan na, Ushakov gotiye ku "Me bi Amerîkîyan re têkilîyên xebatê hene. Ji ber vê yekê, bêguman herî kêm gerên pêşîn ên danûstandinan divê bi formata sêalî werin lidarxistin."