Putin Biryarnameya Ser Mezinkirina Artêşê Îmza Kir

Ru

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin biryarnameya ser mezinkirina hêzên çekdar yên Rûs îmza kiriye.

Bi biryarnameya Putin îmza kiriye, hejmara hêzên çekdar yên Rûsya dê ji 1,9 mîlyon rabe 2,04 mîlyon.

Moskowê ji destpêka hefteyên pêşî yên şerê bi Ukrayna hîndayîyên xwe negotiye, lê karbidestên welatên Rojava û hikûmeta Kîevê dibêje bi hezaran leşkerên Rûs hatine kuştin.

Li gor biryarnameya hatiye îmza kirin, karmendên şer dê 137,000 werin zêde kirin û hejmara wan dê bibe 1,15 mîlyon.

Ew biryarnameya ku Putin îmza kiriyê dê di serê sala nû de di merîyetê keve.

Putin herî dawî di Mijdara 2017’an de hejmara karmendên artêşê guherandibû.

Rûsya di destpêka şer de dîyar kiribû 1,351 leşkerên wê hatine kuştin, lê dûre ti hejmar nedabû.

Ukrayna dibêje wê ji destpêka şer, ku di dawîya Sibatê re destpê kiribû, bi kêmî ve 45,000 leşkerên Rûs kuştine.

Biryarnameya Putin îmza kiriye nîşan nade ka ewê çawa karmendên artêşê werin zêde kirin, lê fermandê dide hikûmetê ku budçeya hewce çêke.