Putin û Kerry Ser Guherîna Îqlimê Axifîne

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Washington û Moskowê ser guherîna îqlimê danûstandin kirine.

Reutersê ji zarê Kremlînê da zanîn ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û berpirsê guherîna îqlimê yê Amerîka John Kerry, ku bo kar li Moskowê ye, bi rêka telefonê peyivîne.

Kremlînê di daxuyanîyê de da zanîn ku ser guherîna îqlimê hin berjewendîyên hevbeş yên Moskow û Washingtonê hene.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin ji Kerry re gotiye ku divê dîyaloga ser guherîna îqlimê nebe mijareke sîyasî.