Putin û Erdogan Ser Agirbesta li Îdlibê Hevbîr Dibin

Serokê Rûsya Vladimir Putin ragihand ku wî û Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser agirbestekê li Îdlibê hevbîr bûn.

Putin dîyar kir ku hevdîtina wî ya ligel Erdogan pirtir ji şeş seetan berdewam kir.

Rûsya û Tirkîyê di şerê navxweyî de li alîyên dijber disekenin. Moskow dibêje ku ew berevanîya yekîtîya axa Sûrîyê dike û dijî ‘’komên terorîst’’ piştgirî dide hikûmeta Şamê.

Li alîyê din, Tirkîye piştgirî dide serhildayên Sûrî yên li herêma Îdlibê.

Girjîya di navbera Moskow û Enqerê de, bi kuştina 36 leşkerên Tirk yên li Îdlibê jinûve gur bûbû.

Moskow û Enqere hevdu bi binpêkirina Peymana Soçî tawanbar dikin.