Putin Qanûna Pêvekirina Çar Herêmên Ukraynî bi Fermî Îmza Kir

Serokê Rûsya Vladimir Putin

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Çarşemê bo fermîkirina destdanîna ser çar herêmên Ukrayna ji alîyê Rûsya ve qanûnek îmza kir.

Civata navnetewî wê gava Moskowê wek kiryareke neqanûnî û nerewa bdibîne û şermezar dike û wek dagirkirna bi dara zorê bi nav dike.

Putin ew biryar di vê demê de îmza kir ku hêzên Ukraynî hember hîzîn Rûsî pêşve diçin û hin heremên nû rizgar dikin.

Hewila Kremlînê ku di destpêka vê hefteyê de ji hêla parlamentoya Rûsya ve hate pejirandin, herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhzhia û Kherson yên Ukrayna wekî axa Rûsya pênase dike.

Karbidestên ku Rûsya bi cîh kiribûn, li wan çar hereman referandum pêk anîn û dîyar kirin ku di encamên refaranduman de derketiye holê ku gelên wan hereman dixwazin tevlî Rûsya bibin.

Ukrayna, hevkarên wê yên Rojavayî û Neteweyên Yekbûyî (NY), ew referandum û hewla giştî ya pêvekirinê ya Rûsya red dikin.

Ew dibêjin ku dengdan di bin şert û mercên zordarîyê de hatine kirin û vîyana gel destnîşan nakin.

Tê çaverêkirin ku Civata Giştî ya NY hefteya pêş, ser peşnivîsa biryarekê dengdaneke bike, ya ku îdiaya pêvekirina Rûsya şermezar dike.

Rûsya hefteya borî hêza xwe ya vetoyê bikar anî da ku biryarekek bi heman rengî ya li Civata Ewlekarîyê ya NY asteng bike.