Wezîrê Karên Derve yê Amerîka John Kerry ragihand ku derbarê agirbesta li Sûriyê de ew û Rûsya gihiştine rêkeftinek demkî.
Washinton û Moskow her du alî li dor ragîhandina agirbestê li Sûrîyê rêkevtine û li demjimêr 10ê şeva 27 vê mehê, dê agirbest bikeve di warê bicîh anînê da, lê agirbest, el-Nusra û terorîstên Daişê nagire.
Berpirsê rêxistina PYD li Ewrupa Zûhat Kobanî, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser vê peymanê û nêrînên xwe yê li ser teqîna Enqere parve kir.
Hûn dikarin bi riya lînka jêrîn guh bidin vê hevpeyvînê:
Your browser doesn’t support HTML5