Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) Salih Mihemed Mislim li ser azadkirina 8 kesên girtî dike û vê biryarê gaveke pir erênî dinirxîne.
Birêz Mislim dibêje, alîyê Kurd nîşan dide ku ew aştîxwaz e û di daxwza xwe de samîmî ye. Divê Tirkîye jî gavên wiha erênî bavêje.
Serokê PYD'ê Mislim piştgirî dide Pêvajoya Îmrali'yê û dibêje çareserîya pirsa Kurd li Bakur dê bandoreke erênî li ser Rojava û perçeyên din jî bike. "Em gaveke erênî û dîrokî dibînin ku hikûmeta Tirkîyê ligel birêz Ocalan danûstandinan dike. Lê, tirs û xema me heye karbidestên Tirk hewil bidin ku Kurdan bixapînin".
Salih Mihemed Mislim her wiha bang li hikûmeta Tirkîyê dike ku bi partîya wan re rûne û rûpeleke nû jibo Kurdên Rojava veke.
Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna me ligel birêz Mislim bikin:

Your browser doesn’t support HTML5