Îro Yekşemê 20ê Îlonê li ser riya M4 di navbera Qamişlo û Tiltemrê de, li bakurê rojhilatê Sûrîyê erebeyeke hêzên ewlehîyê hat êrîşkirin û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Peyamnêrê Dengê Amerîka li Qamişlo Emced Kurdo ji ser zarê şahidên li cihê bûyerê anî ziman ku êrîşkar du kes bûn, li ser motorsîklekî bûn, û piştî ku wan erebeya hêzên ewlekarîyê gulebaran kir, ew ber bi alîyê Qamişlo ve revîyan
Hêjayî gortinê ye ku erebeya armanckirî girîdayê hêzên ewlehîya hikûmeta demkî ya Sûrîyê ye, lê li gor şahidan kesên tê de kurd bûn.
Erebeyên ewlekarîyê bi awayekî rojane nobedarîya tankerên petrolê li ser rêya M4 dikin.
Peyamnêrê Dengê Amerîka Kurdo peywendî bi hêzên ewlekarîya hindrîn ( hêzên asyaîşê) li parêzgeha Hesekê kir, wan ti hurgulî nedan lê Asayîşê got ku ew dê daxuyanîyeke fermî di vê derbarê de belav bikin.
Your browser doesn’t support HTML5
Êrîşek li Qamişlo Kesekî Dikuje û Yekî din Birîndar Dike