Şêrîn Ibrahîm: Şahiya Referandomê li Qamişlo bi Coşeke Mezin û Aram Derbas Bû

Li bajarê Qamişlo di 15 Îlonê de, ahengek bo piştgirtiya referandoma serxebûna Kurdistanê hate lidarxistin, bi amadebûna jimareke mezin ji kurdên rojava û komên mûzîk û folklorê kurdî û bi parastina hêzên asayîşa rojava, aheng bi aramî derbas bû.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Şêrîn Ibrhaîm re, ku li ahengê amade bibû û rewşa wê nerxand û şîrove kir.

Birêz Şêrîn anî ziman, ku aheng ji aliyê ENKS û hin kesayetî û hêzên siyasî hateibû amade kirin, bi beşdarîbûna hunermend û komên folklorî yên kurdî li Cezîrê.

Herwiha di derbarî rewşa ewelhiyê de, Şêrîn got:" Rewş pirr ewleh bû û hêzên asayîşa rojav ji her aliyekî ve çavdêrî û parastina ahengê dikirin. Ew cihê rêzeke mezin bû."

Di dawiyê de, birêz Şêrîn got ku, hesta gel bi giştî erînê bû û tev dilxweş bûn bo referandomê:" Siyaset nikare hestê netewî perçe bike"

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîna Sêrîn Ibrahîm-9-16-2017-LA