Li bajarên Rojava xwepêşandan jibo Kobanê berdewam dikin. Di xwepêşandanan de zarokekî ji Qamişlo bi guleya leşkerên Tirk hate kuştin.
Li Qamişlo bi vexwendina Rêvebirya Wweser meşeke girseyî hate kirin û bi hezaran rûnîştvanên Qamişlo tev lî xwepêşandanê bûn .
Dû re, xwepêşandan ber bi sînorê ve çûn û Kurdên ji alîyê Nisêbînê jî hejmareke mezin hatin, tev li xwepêşandanê bûn.
Hêjayî gotinê ye hejmareke pir ya leşkerên Tirk hatibûn û bi gaza îsotê êrîşî xwepêşandanê kirin. Xwepêşandaran jî bi keviran bersîva leşkerên dan.
Di gulebarana leşkerên Tirk ya ser sîvîlan de zarokekî 12 salî jîyana xwe ji dest da û 4 kesên din birîndar bûn.
Kerem kin vîdyo raportame ya taybet temaşe bikin
Your browser doesn’t support HTML5
Qamişlo jibo Kobanê Meşîya