Liyana Ismaîl: Mûzîk Hezkirinê li Nav Mirovan Belav Dike

Liyan Ismaîl, keçeke Kurd e ku bûye evîndara mûzîkê û ketiye deriyê hunerê.

Ismaîl di sala 1997an de, li Qamişlo jidayik bû. Ew ji zaroktiya xwe ve derbasî peymangeha mûzîka taybet bû û fêrî solfej û kemanê bû.

Dû re, li Qamişlo, bi deng û mûzîka xwe beşdarî koralê Mezo bû.

Ismail di sala 2013an de beşdarî koma Zara Band bû ku ji Kurd, Ermenî, Aşûrî û Ereban pêk dihat.

Ew jiber rewşa ne aram û zehmetiyê xwendinê, çû Tirkiyê û li Entabê derbasî xwendina konservatuar bû.

Bi hêviyên mezin, Liyana xendina bilind ya mûzîkê bidawî bike.

Bandora mûzîka Kurdî li dengê wê heye. Tevî ku ew bi Erebî, Tirkî stranan distrê, lê Kurdî li ber dilê wê ya herî şêrîn e.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng u Reng- Liyana Ismail-12-12-2017-LA

Your browser doesn’t support HTML5

Liyana Ismail-Were were

Your browser doesn’t support HTML5

Liyana Ismail- Ez Şahim