Qeter Ji Talîbanê Daxwaza Rawestana Êrîşan û Agirbestekê Dike

Wezîrê derve yê Qeterê Mohammed Bin Abdulrehman Al-Thani

Qeterê got wê bang li Talîbanê kir ku êrîşên xwe yên li Afghanistanê rawestîne.

Ev daxwaz îro Şemiyê di kombûnekê de bû di navbera wezîrê derve yê Qeterê û niwênerê çekdarên Talîbanê li Doha.

Wezîrê derve yê Qeterê Mohammed Bin Abdulrehman Al-Thani li gel serokê nivîsgeha siyasî ya Talîbanê Mullah Abdul Ghani Baradar kom bû ji bo şopandina axaftinên aştiyê ku li wî welatê kendavê bûn.

Wezareta derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe belav kir de got:

“Wezîrê derve handeriya Talîbanî kir ku girjiyan kêm bikin û agirbestê dest pê bikin.”

Tê zanîn ku şandiyên Amerîka, Çîn, Pakistan, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Europî û hinekê din roja Pênşemêbi niwênerên Talîbanê û hikûmeta Afghanistanê re kom bûn.

Daxuyaniya ku piştî kombûnê hatî belavkirin piştrast kir ku paytextên derve dê pênasînê bi hikûmetekê li Afghanistanê nekin ku bi hêza leşkerî were sepandin.

Jêder: Reuters