Qeter: Pêşînîya Niha Nûvekirina Tengava Hormuzê ye

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid bin Muhemmed Ensarî, îro Sêşemê, got ku hewldanên dîplomatîk bi alîyên cûrbecûr re ji bo kêmkirina rageşîyê li herêmê hêj berdewam in, û got ku "pêşînîya niha ew e kontrolkirina alozîyê, nûvekirina Tengava Hormuzê, û vegera ser rêya dîplomatîk."

Ensarî diyar kir ku "heta niha ti lihevkirinek nîne, lê bal li ser destpêkirina danûstandinan û amadekirina şert û mercên pêwîst ji bo serkeftina wan e".

Derbarê Xezayê, Ensarî helwesta Qeterê ya ku daxwaz ji (Îsraîlê) dike ku bi erênî pêgirîyên xwe yên li gorî peymana agirbestê rabe, nû kir, û da xuyakirin ku "navbeynkar berdewam in di hewldanên xwe de ji bo lezkirina cîbicîkirina qonaxa duyemîn a peymanê û bidawîkirina şer".

Wî anî ziman ku serkeftina danûstandinan pêdivî bi misogerkirina berdewamîya agirbestê û amadekirina jîngeha guncaw heye", û da zanîn ku "alîyên ewlehîyê hêmaneke bingehîn di cîbicîkirina peymana Xezayê de pêk tînin.

Hêjayî gotinê ye ku serok Donald Trump çend rojan berê spasîya Qeterê kir ji bo rola wê di çareserkirina pirsgirêka Xezayê de.