Çavkanîyekê ji Ajansa Reutersê re gotiye ku tîmekî danustandinan ê Qeterê îro Înê gihîşte Tehranê bi hewla gihîştina rêkeftinekê ji bo bidawîanîna şer û çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Îran û Amerîka de.
Reuters ragihand, ku şand ji alîyê Qeterê ve bo Tehranê hatîye şandin, da ku alîkarîyê di pêşxistina danûstandinan de bike û girjîya di navbera Amerîka û Îranê de kêm bike.
Qeterê di salên dawî de, di gelek krîzên herêmî û navneteweyî de, di nav de jî şerê Xezayê, roleke navbeynkarîyê lîstiye. Lê piştî ku Îranê bi mûşek û dronan êrîşî welatên Kendavê kir, Dewha heta niha ji rola navbeynkarîyê dûr ketîye, bi taybet piştî bûye armanca mûşek û dronên Îranê.
Çavkanîyê got ku gihîştina tîma Qeterî bo Tehranê nîşaneke ji bo zêdebûna hewldanên dîplomatîk ji bo gihîştina rêkeftinekê û pêşîgirtina li zêdebûna pevçûnan li herêmê.