Qeter: Girtina Tengava Hormuzê Dê Qeyranê Kûrtir Bike

Tevî piştgirîya Qeterê bo hewldanên ji bo gihîştina rêkeftineke berfireh ji bo bidawîkirina pirsa navokî ya Îranê, Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî peywendîyeke telefonî digel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî kir.

Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, hişyarî da ku girtina Tengava Hormuzê yan jî bikaranîna wê wekî amûrek guvaşê, dê krîzê kûrtir bike û berjewendîyên welatên herêmê bixe nav metirsîyan de.

Ev helwesta Qeterê bi başî li ser asta herêmê diyar dike, ku di demekê de ye, ku danustandinên Amerîka û îranê hin berdewam in.

Ajansa Nûçeyan a Qeterê ragihand ku Wezîrê Derve yê Qeterê di pêwendîyeke cuda de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî re navbeynkarîya Pakistanê di navbera Amerîka û rejîma Îranê de û hemahengîya ji bo kêmkirina alozîyan, danûstandin kir.

Dewhayê herwiha bi Urdun û Tirkîyê re li ser piştgirîkirina hewldanên navbeynkarîyê û pêşîgirtina li zêdebûna alozîyan peywendîyan dike.