Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê got ew raportên dibêjin ku Qeterê “12 milyar dolar pêşkêşî Îranê kiriye ji bo misogerkirina rêkeftinekê” ne rast in.
Mecîd el Ensarî, Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê, îro Sêşemê li ser platforma X'ê got, “ku ev îdîayên têne belavkirin ji hin alîyan ve ye ku hewl didin vê pêvajoyê hilweşînin û hewldanên dîplomatîk yên berdewam ji bo kêmkirina alozîyan û avakirina aramîyê li herêmê têk bibin.”
Ensarî herwiha got ku “Rola dîplomatîk a Qeterê, bi hemahengî ligel hevkarên herêmî, baş tê zanîn û eşkere ye. Gotinên wiha hewldanên xirabkirina navûdengê Qeterê ne ku wekî navbeynkareke cihê bawerîyê di qada navneteweyî de.”
Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Tasnim, ku girêdayî Hêzên Pasdarên Îranê, ragihand ku serdana Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê parlemana Îranê, ligel Wezîrê Derve û Serokê Banka Navendî ya rejîma Îranê bo Qeterê, “Bi armanca azadkirina diravê cemidandî, di qonaxa yekem lêkgihîştinê de ne.”
Li gorî raportê, “rejîma Îranê dixwaze hîn pereyên cemidandî werin azadkirin.”