Karbidestekî agahdar li ser danûstandinan bi dawîkirina şerê Îran û Amerîka ji ajansa Reuters re got ku danûstandkarên Îranî niha li Doha paytextê Qeterê dimînin ji bo gotûbêjan ligel navbeynkarên Qeterî.
Ev yek tê piştî zêdetirî 12 demjimêran ji danûstandinên Înê li Tehranê, di çarçoveya hewldanên ji bo bidawîanîna şer de.
Wî karbidestî diyar kir ku tîma Qeterê di dirêjahîya van danûstandinan de bi awayekî berdewam ligel danûstandkarên Amerîkî di têkilîyê de bûne.
Hevdem ligel hewlên dîplomatik, rêberê bilind ê olî li Îranê Mujteba Xameneyî daxuyanîyek îro Şemîyê da û got ku wî ferman daye hêzên çekdar ku li hember her gefeke dijmin, bêyî tu “sînorên ciyografî” demûdeest bersivê bidin.
Xameneyî got ku Îran dê dem û mercên bidawîanîna her cure êrîşên leşkerî yên ji alîyê dijminan ve diyar bike.