Raport: Qeter û Pakistanê Hewlên Nêzîkirina Amerîka û Îranê Didin

Alayê Amerîka û Îranê

Ajansa Associated Press (AP) îro Duşemê ji ser zarê du berpirsên herêmî ragihand ku navbeynkaran, di hewildanên xwe de ji bo vegerandina Amerîka û Îranê bo danûstandinan û dûrxistina şerekî giştî li Rojhilata Navîn, pêşketin bi dest xistine,

Ev daxuyanî tên piştî rawestandina şer sê rojan li pey hev ji alîyê Amerîka ve, bêhnvedaneke piştî nêzîkî du hefteyan bombebaranên domdar ku bûne sedema zêdebûna nîşanên vegera şerê giştî.

Herdu berpirsên herêmî, ku nexwestine navên xwe aşkere bikin, gotine ku navbeynkarên bi serokatîya Qeter û Pakistanê dixebitin ku pira di navbera Washington û Tehranê de vekin da ku vegerin rêkeftinek agirbestê ya demkî.

Amerîka, nêzîkî du hefteyan peravên Îranê û binesazîya wê kirin armanc, wek bersiva êrîşên Îranê li ser keştîyên di Tengava Hormuzê de, û ev bû sê roj in bi fermana serok Trump êrîş rawestandine.

Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz doh Yekşemê got ku Serok Donald Trump ji bo danûstandinên bi Îranê re "derfeteke sînordar" dide.