Qatar ji Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê Derdikeve

Qatarê dîyar kir ku dê ji Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) veqete.

Wezîrê Enerjî yê Qatarê Saad El-Kaabî ragihand ku ew dê endamtîya di OPEC’ê de di meha Rêbandanê de bi dawî bikin.

Erebîstana Saudî, Bahreyn, Misir û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di Hezîrana 2017’an de peywendîyên dîplomatîk yên bi Qatarê re qut kiribûn û dijî wî welatî ambargo ragihandibûn.

Her çar dewlet îdia dikin ku Qatar piştgirîya terorê dike û bi Îranê re peywendîyê xurt dike, lê Qatar van îdiayan red dike