Qesira Sipî Pesna Banga Ocalan Dide

Qesira Sipî banga Abdullah Ocalan ya jibo aştîyê pesand û ew wek gaveke mezin ya jibo kêmkirina pevçûnan nirxand.

Berdevkê Civata Ewlekarî ya Netewî ya Qesira Sipî Brian Hughes geşbînîya xwe dîyar kir û got ku ev pêşveçûneke girîng e.

“Em hêvîdar in ku ev biryar bibe alîkar ku hevbenda me Tirkîyê derbarê hevkarên Amerîka yên dijî DAIŞê yên li bakurê rojhilatê Sûrîyeyê nermtir bike.”

Hughes got ku rêvebirîya Amerîka vê ragiandinê wek tevgerek dibîne ku dikare aramîya demdirêj pêşve bibe.

Rêberê PKK Abdullah Ocalan îro bang li PKK kiribû ku çekan deyne û dawî li hebûna xwe bîne.