Qeter: 13 Kes di Teqîna Rais Lefan de Mirin

Zeviy;n Gaz; - Qeter - Ra'is Lefan

Wezîrê Enerjiyê yê Qeterê Seid bin Şerîde el-Keibî roja Duşemê got ku di teqînekê de li komelgeha gaza xwezayî ya şil (LNG) ya Rais Lefan qewimî, herî kêm 13 kes mirin û 66 kesên din jî birîndar bûn.

Wî got jî, "Em niha ji bo diyarkirina sedema teqîna li Rais Lefan dixebitin, û bûyerê bandor li kapasîteya me ya hinardekirinê nekiriye."

Wî destnîşan kir ku "tiştê ku li Rais Lefan qewimî qezayek bû, ne kiryarek êrîşkar an tawancakî bû," herwiha got, "Di vê demê de zehmet e ku meriv diyar bike ka kengî kar li navenda ku bûyer lê pêkhatî dest pê bike."

Berê, Wezareta Karên navxwe a Qeterê di posteke li ser hesaba xwe ya X'ê de diyar kir û got, "Hejmara giştî ya birîndarên di bûyera li kargehek li Herêma Pîşesaziyê ya Rais Lefan de gihîştiye 54 kesan. Koma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Navneteweyî ya Qeterê, ku rewşek Ewlekariya Navxweyî, bi hevkariya tîmên Parastina Sivîl, ji bo 18 kesên winda operasyonên lêgerînê dimeşîne."

Wezareta Navxweyî got, "Bûyer ji ber xeletiyeke teknîkî di dema xebitandina kargehekê de li Herêma Pîşesaziyê ya Rais Lefan çêbûye, ku bûye sedema birîndarbûna hejmarek kesan." Wezaretê got jî ku "ti pirgirêk di warê ewlehîyê de çênebûye. çênebûye, û rayedarên pêwendîdar berdewam dikin ku bûyerê çareser bikin."