Şanda Qeterê ji bo Navbeynkarîyê li Tehranê ye

Arşîv: Meydana Azadîyê li Tehran

Şanda Qeterî roja Înê gihîşt Tehranê da ku bi berpirsîyarên Îranî re li ser têkilîyên dualî, hewildanên navbeynkarîya ji bo aştîya herêmî biaxive.

Ev serdan di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên Doha de pêk tê, bi armanca nêzîkkirina helwestên Washington û Tehranê û vegerîna ji bo danûstandinan.

Li gorî malpera Axios, Qeter bi piştgirîya Erebistana Siûdî, Pakistanê, Misirê û Tirkîyê dixebite ku lihevkirinekê pêk bîne û rê li ber vegera şer bigire.

Yek ji pêşnîyarên gotûbêjên destûrdana çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî ye ku serdana navendên navokî yên Îranê bikin, li hember sivikkirina hin cezayên Amerîkayê de.

Washington daxwaz dike ku Îran uranyûma xwe ya dewlemendkirî radest bike. Lê Tehran daxwaz dike ku dorpêça deryayî were rakirin û pereyên wê yên cemidandî bên berdan.

Serokê parlemana Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, got ku tu pêşketin çênabin bêyî bicihanîna heft şert û mercên Îranê.

Hêjayî gotinê ye ku, medyaya Amerîkayê ragihandibû ku Vance nameyek ji bo sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Mohsin Rezayî şandîye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Pêncşemê piştrast kir ku cîgirê wî JD Vance name ji sekreterê Civata Bilind a Ewlekarîya Neteweyî ya Îranê Mohsin Rezayî re şandî ye.

Trump derbarê naveroka nameyê de got: “JD Vance nerîna min pirsî, min jî jê re got ku eger tu dixwazî bikî, pirsgirêk nîne. Bi rastî armanc ew e ku rê li ber şandina alîkarîyan vebe daku alîkarîya wan kesan were kirin ku di rewşeke xirab de ne.”

Çavdêr dibêjin ev hewldanên dîplomatîk di demekê de tên ku Washington îhtîmala êrîşên leşkerî yên nû li dijî Îranê dinirxîne û hêz û alavên leşkerî li herêmê zêde dike.
Herçende, biryareke dawî ya êrîşê nehatîye ragihandin, lê tengezarîya di navbera herdu welatan de berdewam e.