Medyaya Çînê îro Înê radigihîne ku Serok Xi Jinping alîkarê xwe yê pêbawer Qin Gang kiriye wezîrê derve yê nû.
Qin yê 56 salî, ku niha li Amerîkayê balyoz e, li şûna Wang Yi tê ku di deh salên borî de wezîrê derve bû.
Wang di meha Cotmehê de bû polîtburoya Parîya Komunîst ya Çînê û çevêrê ye ku ew di sîyaseta derve de roleke mezintir bilîze.
Reuters bal dikşîne ku Qin di Wezareta Derve ya Çînê de wek sitêrkeke geşbûyî tê dîtin û wî berê berdevkîya wezaretê kiriye û li Balyozxaneya li Brîtanya xebîtîye.
Qin, ku ji 2014’an heta 2018’an berpirsê serekî yê protokola Xi bû, wê piştî 17 mehan ji Washingtonê vegere û dest bi wezîrîyê bike.
Kovara Amerîkî, National Interest vê hefteyê bal kişandibû ser peywendîyên Pekîn û Washingtonê û gotibû ku Qin sîyaseta derve ya Çînê xurt kiriye.
Jêder: Reuters