Serokwezîr Ebadî Diçe Navenda Bajêrê Ramadî

Piştî bajarê Ramadî li rojavayê Îraqê ji çekdarên Daişê hat rizagar kirin, îro roja Sêşemê 29î kanûna pêşîn serokwezîr Hayder Ebadî tevî hejmarek serleşkeran gihan navenda bajêr.

Ajansa Reuters li gor çavkaniyên Îraqî da xweyakirin, ku serokwezîr Ebdaî bi firokek Helîkopter tevî hind serleşkerên Îraqê yên payeberz çûye bajarê Ramadî û li Zanîngeha Ramadî hatiye xwar.

Bajarê Ramadî weke bajarekî stratîjîk û navendek bihêz ya çekdarên Daişê dihat naskirin, ev 9 meh bûn ji aliyê çekdarên Daişê de hatbû kontrol kirin, Ramadî weke yek ji senterên bihêz yên Îraqiyên Sinî tê naskirin.

Doh roja Dûşemê 28 mehê leşkerê Îraqê bi hevkariya hind eşîretên herêmî û firokên hevpeymanan navenda bajêr ji çekdarên Daişê rizgar kir.

Wek tê zanîn piştî ku, doh bajarê Ramadî hat rizgarkirin, serokwezîr Hayed Ebadî peyvek pêşkeşî gelê Îraqê kir, di peyva xwe de Ebadî serkeftina li Ramadî bi ser Daişê de li gelê Îraqê Pîrozkir.