Rand Paul Dest ji Pêşbirka Seroktîyê Berdide

Berbijarê Komarî yê seroktîya Amerîkî Senator Rand Paul îro Çarşemê ragihand ku ew kempeyna xwe radiwestîne û dawî li berbijarîya xwe tîne.

Paul ku senatorê eyaleta Kentucky e wek sîyasetvanekî lîberîteryan (libertarian) tê nasîn ku her dem dijberîya maytekirina Amerîka li welatên cîhanê dike.

Paul ku doktorê çavan e di kempeyna xwe de gelek hindik piştgirî wergirt û di hilbijartina eyaleta Iowa de jî li pêy berbijerên serekî mabû û tenê 4.5 ji sedê dengan biribû.