Daxuyanîya PKK'ê ya Vekişînê di Medyaya Tirkîyê de

Serokê Konseya Rêvebirîya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan

Daxuyanîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya vekişîna derveyî sînor, di rojname û televîzyonên Tirkîyê de wek babeta herî girîng hate şopandin.

Daxuyanîya ku do Pêncşemê li Qendîlê ji alîyê Serokê Konseya Rêvebirîya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan ve hate ragihandin, wek pêngaveke dîrokî di medya Tirkîyê û ya cîhanî de cîhê xwe girt.

Rojnameyên Tirkîyê jî îro Înîyê anku di hejmarên xwe yên 26’ê Nîsanê de, bi manşet û sernavên li ser daxuyanîyên Murat Karayilan derketin pêş xwendevanên xwe.

Herwiha di televîzyonên Tirkîyê de jî bi weşanên zindî nirxandin û gotûbêjên li ser daxuyanîya vekişîna serhildayên Kurd berdewam dikin ku reaksîyonên bîragiştî ya Tirkîyê û dinyayê têne parve kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

ST_04_26_13_1