Rêberên Cîhanê di Konferansa Londonê de Jibo Somalê Dicivin

Rêberên Cîhanê di Konferansa Londonê de Jibo Somalê Dicivin

Rêberên cîhanê di konferanseke yekrojî de li Londonê kom dibin ku rewşa Somalê gotûbêj bikin.

Serokwezîrê Brîtanya David Cameron got, armanca konferansê ne ew e ku tole û cezayên nû li ser Somalê deyne. Wî got, divê civata navnetewî alîkarîya wî welatî bike ku xwe ji tundîtûjî, birçîbûn û xizantîyê rizgar bike.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton di konferansa 40 welatî de got, Somal vê gavê di qonaxeke krîtîk de ye.

Xanim Clinton dîyar kir, divê cîhan alîkarîya Somalê bike ku hikûmeteke bi îstîqrar damezrîne, lê di heman demê de giwaştinê li ser El Şabab ya peywendî bi El Qaydeyê heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî got, pêdivî ye Somal berî Tebaxê qanûneke bingehîn ya nû amade bike û parlamantoya xwe biçûktir bike. Birêz Ban her wiha got, divê hilbijartinên seroktî û parlemantoyê jî werine kirin.