Kombûna rêberên siyasî yên Îraqî li Hewlêrê bi dawî hat, bêy ku aliyên dijber bigehine rêkeftinekê jibo bi dawî anîna kêşeya siyasî ku bo demê 8 mehan ya berdewam e.
Kombûna roja Duşembî, li paytexta Herêma Kurdistanê, bi amade bûna Serokwezîrê Îraqî Nûrî Malikî û serokê lîsta Al-Îraqiye Ayad Ellawî û Serokê Îraqî Celal Talebanî hat kirin, li dû destpêşxeriya Serokê Herêmê Mesûd Barzanî.
Herwiha nûnerên siyasî yên cûda li kombûna Hewlêrê amade bûn, wek nûnerên oldarê dijberê Amerîka Muqteda El Sedr.
Biryar e danûstandin roja Sêşembî li Bexda berdewam bin.