Peyîvdarê Goran: Em Dewletekê Dixwazîn ku Yasa Tê de Serdest Be

Şoriş Hacî Peyivdarê Tevgera Goran

Roja Çarşemê 07.06.2017an aliyên siyasî li herêma Kurdistana Îraqê bi amadebûna serokê herêmê Masûd Barzanî civînek encmdan.

Di wê civînê de biryar hate dan ku, 25 meha Îlonê roja rêferandûma serxwebûna herêma Kurdistana Îraqê ye, herweha hat biryar dan ku, piştî rêfarandûmê hilbijartinên gistî yên parlemen û serokatiya herêmê bihên kirin.

Tevgera Goran û Komela Îslamê di wê civînê de beşdar nebûn, peyvdarê tevgera Goran Şoriş Hacî di hevpeyina ligel Dengê Amerîka de, sedemên nebeşdariya tevgera Goran dibêje û dide zanîn ku "bi tenê Parlemana Kurdistanê Lêveger tekanye û mafê biryardanê heye yên girêdayî pirsên çarenivîsî yên weke encmdana rêferandûm û pirsa serxwebûna Kurdistanê".

Hacî herweha da zanîn û got "ew weke tevgera Goran dewletekê dixwazin ku yasa tê de serdest be maf û kerameta welatiyan tê de di parastî be".

Temamiya hevpeyvînê guhdarî bike.

Your browser doesn’t support HTML5

Şoriş Hacî Peyivdarê Tevgera Goran