Gotûbêja Taybet ya Ser Encamên Referanduma Herêma Kurdistanê

Referanduma Herêma Kurdistanê di 25 Îlonê, di dema destnîşankirî de hate encam dan. Tirkiye, Îran û Sûriyê, dîsa welatên wek Amerîka û yên Yekîtîya Ewrupa li dijî referandumê bûn, lê zêdetir ji 92% xelkê Herêma Kurdistana referandum erê kir û piştgirî da cudabûna ji Îraqê.

Hikûmeta Îraqê û parlemana wî welatî, bê ku endamên Kurd amade bibin, gelek biryar li dijê referandumê stendin. Dadgeha federal ya bingehîn li Bexda, encam û naskirina referendumê ragirt, lê red nekir.

Mijarên girêdayî encam û derencamên referandumê di bernama taybet de hatin gotûbêj kirin. Mêvanên bernamê Dr. Bêrîvan Doskî, seroka PEN a Kurd û dîplomat Rênas Jano endamê parlemana Îraqê tevî gotûbêja li ser vê mijarê bûn.

Your browser doesn’t support HTML5

Bernama Taybet li Ser Referandumê