Medya Sûrî û bizavkar îro Duşemê dibêjin ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li hin deverên Dêrezorê qedexeya derketina kolanan ragihandiye, piştî ku îro dîsa li heman deverê pevçûn derketine.
Televîzyona El Mayadeen ragihand ku îro jimareke şervanên HSD’ê hatine kuştin, dema ku çekdarên Ereb îro bo bidesxistina çend taxên bajarokê Zîban êrîş kirine.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî dîyar kir ku hin çekdarên Ereb ji heremên di bin destê hikûmetê de derbazî Zîban bûne.
Medya xwecîhî ya Dêrezor jî got ku jiber dijwarbûna pevçûnan hin şervanên Kurd ji herem derketine, lê heya niha pirtir agahîyên piştrastikirî tuneye.
HSD hikûmeta Sûriyê bi gurkirina tundîyê tawanbar dike ku rê dide milîsên Ereb yên hevrik ku çemê Firatê derbaz bikin.
Pevçûnên li herema Dêrezor cara yekê di dawîya Tebaxê de qewimîn û du hefte dom kiribûn ku li gor HSD’ê 25 şervanên Kurd, 29 endamên ji eşîrên Ereb û çekdar û herwiha 9 sivîl hatibûn kuştin.
Hikûmeta Sûrîyê hêzên bi rêberîya Kurdan wek şervanên cûdaxwaz dibîne û hevpeymanîya wan ya bi Amerîka re ya dijî DAŞI’ê û rêvebirîya wan li bakur û rojhilata Sûrîyê qebûl nake.
Dîsa, Tirkîye ku hêzên xwe li nava Sûrîyê bi cîh kirine û komên bin kontrola wê li bakurê rojavaya Sûrîyê bi berdewamî bi HDS’ê re şer dikin.
Jêder: AP