Mustefa Reşîd: Divê Partîyên Kurd Cudabîrîyên xwe Bihêlin Alîyekî

Penaberekî Kurd yê Sûrî li kampeke penaberan ya li bajarê Zaxoyê nîşana serkeftinê dike. Hezîran 23, 2012.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Mustefa Reşîd dibêje li ser jinûve hilbijartina Barack Obama diaxife û şîroveyan dike ku sîyaseta wî ya nû li ser Sûrîyê wê çawa be.

Birêz Reşîd dibêje, ghelê Sûrî ji birêz Obama hêvî dike sîyaseta xwe ya dijî Beşar Esed tundtir bike û bi hemî grubên nîjadî û olî danûstandinan bike, ne tenê bi Biratîya Misilman.

Mustefa Reşîd herwiha bang li partîyên Kurdan dike ku cudabîrîyên xwe bihêlin alîyekî û li ser mijarên hevbeş yekdengîya xwe bilind bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_ligel_Mustefa_Resid_RR