Amerîka 10 Milyon Dolar bo Agahîyên ser Pênc Karbidestên Pasdarên Îranê Terxan Dike

Rewards for Justice/USA

Wezareta Dadê ya Amerîkayê îro Înê ragihand ku ewê heta 10 milyon dolaran bide çi kesê ku agahîyan derbarê pênc karbidestên payebilind ên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) bide Amerîkayê.

Wezaretê di postekê de ser platforma X'ê bang li xelkê kir ku agahîyan derbarê pênc rêberên IRGC bişînin û derfeta xelatekê yan jî veguhestina cih bidest bixînin.

Ligel posta Wezareta Dadê, wêneyên pênc karbidestên Pasdaran hatine belavkirin. Ew jî ev in: Ehmed Vahidi, Elî Ebdullah, Se'îd Aghajani, Hamidreza Lashgarian, Mecîd Xademî. Hemû jî berpirsên beşên cuda yên hêzên Pasdaran in.

"Ev kes fermandarî û rêvebirina hêmanên cuda yên Hêzên Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) dikin; ew rêxistina ku terorîzmê li seranserê cîhanê plan, organîze û cîbicî dike," Wezareta Dadê ya Amerîkayê got.

Amerîka Pasdarên Îranê wekî rêxistineke terorîst dibîne. Ji destpêka operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li 28'ê Sibatê ve, hejmareke rêberên vê rêxistinê di êrîşên asmanî de hatine armanckirin.

Artêşa Îsraîlê îro Înê got ragihand ku wê Elî Mihemed Naînî, serokê beşê peywendîyên giştî yê Pasdaran, di êrîşeke esmanî de kuştîye.