Rêxistinên Civaka Sivîl Daxwaz ji Hikûmetê Kirin da ku ji bo Çareseriya pirsa kurd “Gavan Bavêje”

Rêxistinên Civaka Sivîl Daxwaz ji Hikûmetê Kirin da ku ji bo Çareseriya pirsa kurd “Gavan Bavêje”

Li Dîyarbekirê, 146 nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li ser biryara dawîbûna agirbesta PKK daxuyanîyek dan û bang li hikûmetê kirin da ku jibo çareserîya pirsa kurd “gavan bavêje.”

Li ser navê nunerên Rêxistinên sivîl, Sekreterê Komeleya Mafên Mirovan ( İHD) ya Şaxa Dîyarbekirê Raci Bilicî daxûyanîyê xwend.

Racî Bilicî destnîşan kir ku piştî îlankirina agirbestê, di meha heştan de, ji alîyê 693 rêxistinên sivîl bang li hikûmetê hatibû kirin da ku gavan bavêje. Bîlicî got “ lê hikûmetê jibo agirbest bidome tu gavan neavêt heta şûna ku li ser pêşketina aşitî û demokrasîyê bisekine, operasyonên leşkerî û sîyasî zêdetir kir.” Bîlicî dîyar kir ku polîtiqayên pengava rêvekirinê jî vegerîyaye polîtikaya mijûl kirinê.

Raci Bilicî, jibo daxuyanîyê Serokwezîr Erdoğan yên di derbarê serhildanên welatên Afrîkaya Bakûr jî got “ Serokwezîr û hikûmet jibo van welatan şîretan dikin û dibêjin ‘divê dexwazên gelan bi cîh bê’ lê li welatê xwe jibo dexwazên gelê kurd û dexwazên jibo demokrasîyê bi tûndî tevdigerin . Bilîcî îfade kir ku hiqûq û mafên mirovan hêmanên cîhanî ne, jibo kesan û erdnîgarîyan naguhere.

Racî Bîlicî da zanîn ku li hemberê van pêkhatînan jibo paşerojê ew ketine nav fikaran. Bilîcî wiha dewam kir “ Di çareserkirina pirgirêka Kurdî de tê zanîn û qebûl kirin ku rola Abdullah Ocalan mezin e. Jibo ku dikaribe vê rola xwe pêk bîne divê astengîyên li pêşîya wî werin rakirin û wî ji hepsê derbasê malekî bikin. “ Racî Bîlicî destnîşan kir ku ger ev şert bi cîh were, dê ev weke remza dilxwestîna çareserîyê were nîrxandin.

Bîlicî li ser navê nunerên STK’ayan bang li hikûmetê kir jibo bi awayekî ezgîn gav bavêjin û prosesa heyî ya dîyalogê vegûherînin muzakereyê.

Li gor agahîyên ku hatin bidest xistin, hin rêxistinên sivîl yên weke Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Dîyarbekirê ( DTSO), Baroya Dîyarbekirê, Komela Karsaz û Pîşesazên Başûrrojhilat (GÜNSİAD) û Mazlumder, dexwaz kirin ku bang li hikûmet û PKK were kirin lê piştî ku biryara ‘tenê bang li hikûmetê were kirin’ derket, van rêxistinan xwe ji daxuyanîyê vekişandin.

Kerem kin bi kînka "Guhdarî kirin" a jêrîn guhdarîya vê raportê bikin.