Televîzyona Dewletê Dibêje Rezaian Hat Mehkûm Kirin

Televîzyona dewletî ya Îranê ragihand ku nûçegîhanê Washington Post Jason Rezaian îro li ser çend tawanên wek xiyanet ceza xwar.

Raport ji zarê karbidestê dadwerî Gholam Hossein Mohseni Ejehi ew ceza ragihand, lê ti hurgilî neda.

Li gor qanûna Îranê, Rezaian û avuqatên wî dikarin nav 20 rojan de ji biryara dadgehê re îtîraz bikin.

Birayê Jason, Ali Rezaian ku jibo berdana wî kempeynek rêve dibir, biryar bi tundî şermezar kir û wek gava herî dawî ya dadgehkirina şermane ya birayê xwe nav kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, rojnamevan Jason Rezaian di Tîrmeha 2014ê de, ligel hevjîna xwe Yeganeh Salehi hatibû girtin.

Washington Post, karbidestên Amerîkî û rêxistinên azadiya rojnamegeriyê bi berdewamî girtina Rezaian şermezar kirin û gotine ew bêsûc e.