Washington —
Senatorê Amerîkî James Risch li platforma X’ê xemên xwe li dor serederîya hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê li bajarê Helebê anîn ziman.
Senatorê Komarî got, "Ez ji ber tevgera hefteya borî ya hêzên çekdar li Heleba Sûrîyê pir nîgeran im û ji hikûmetê dixwazim ku kesên ku ev kiryarên hovane kirine werin muhasebekirin.”
“Piştî şerê bi salan, rola hikûmeta nû ya Sûriyê û hêzên çekdar ew e ku mafên xwezayî yên welatiyên xwe biparêzin, ne ku wan binpê bikin,” Risch got.
Wî posteke Tora Sûrî ya Mafên Mirovan(SNHR) belav kir û şîroveyên xwe li ser wê dan.
SNHR’ê di posta xwe de” Bêrêzîya li laşê jineke kuştî li Helebe, bi rêya avêtina wê ji qateke bilind a avahîyekê, ji alîyê endamekî artêşa Sûrî ve” şermezar kiribû.