Remzî Kartal: Ev Guhertinên Rêvebirîyê Tiştên Normal in

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) 2 rêberên nû hilbijartine ku şûna Murat Karayilan bigirin.

Guherîna rêbertîya di vê demê de tê ku KCK'ê danûstandinên aştîyê ligel hikûmeta Tirkîyê dike û serokê wê partîyê Abdullah Ocalan bizavên aştî û çareserîyê ji zindanê rêve dibe.

Cemîl Bayik ku yek jî damezrênerê PKK'ê ye, ligel Besê Hozat, ku rêvebirîya baska jinan ya wê grubê dikir, bûye hevserokê vê rêxistinê.

Di heman demê de Kongra-Gel jî sîstema xwe ya seroktîyê guhert û dest bi sîstema hevseroktîyê bû.

Hevserokê nû Remzî Kartal ji Dengê Amerîka re behsa van guhertinan kir û li ser pêvajoya aştîyê nêrînên xwe dîyar kir.

Birêz Kartal dibêje, ev guhertin tiştên normal in û li gor daxwaza Abdullah Ocalan hatine kirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn_Remzî_Kartal