Generalekî xanenişîn yê Hêzên Esmanî yên Amerîkayî dibêje divê rêbertîya Îranê xembar be tiştê ku wê Serok Donald Trump bike derbarê tepeserkirina tund ya rejîma Tehranê hember xwepêşanderan.
General Robert S. Spalding ji Dengê Amerîka re got ku bûyerên wekî kuştina fermandarê berê yê Hêzên Quds yên Îranî Qasim Silêmanî û girtina vê dawîyê ya dîktatorê Venezuelayê Nicolas Maduro û êrîşên dijî navendên navokî yên Îranê nîşan didin ku Trump ne tenê bi gotinan li bi kiryaran jî siyaseta xwe dimeşînin.
“Divê ew têbigihêjin ku eger serok biryarê bide ku karekî bike, ewê dikare pir karîger be,” Spalding got.
Spalding herwiha got ku dê çend çavkanî li ber destê Trump bin, di nav de jî karîna leşkerî û sizayên aborî li dijî hikûmeta Îranê wekî bersiv hember tepeserkirina Tehranê hember xwepêşandanan. Di encama van xwepêşandanan de ku ev 20 roj destpê kirine, bi hezaran xwepêşander hatine kuştin. Ji bilî birîndaran, gelek kes jî hatine girtin.