Îro, Duşemê, 12'ê Cotmeha 2026’an, li Amerîkayê Roja Columbus (Columbus Day) û li gelek deveran Roja Gelên Resen (Indigenous Peoples’ Day) têne bîranîn. Ev herdu roj bi awayên cuda tên pîrozkirin û goltûbêjên derbarê dîroka Amerîkayê, mîrata gelên resen û rola Christopher Columbus de ji nû ve zindî dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyanîyeke taybet de ku di malpera Koşka Spî de hatîye weşandin, 12'ê Cotmeha 2026’an wek Roja Columbus pîroz dike û bang li gelê Amerîkayê kir ku vê rojê bi merasîm û çalakîyên guncaw pîroz bikin.
Trump di daxuyanîya xwe de geşta Christopher Columbus a sala 1492’an pesin da û got ku mîrata wî divê bê parastin. Herwiha wî girîngîya bawerî, çanda rojavayî û beşdarîya Amerîkî-Italîyanan di avakirina welêt de tekez kir.
Roja Columbus ji sala 1971’an ve her sal di Duşema duyem a meha Cotmehê de wekî bêhnvedana fermî ya federalî tê pîrozkirin.
Xwecihên resen yên Amerîkî
Di van salên dawî de, gelek kes û rêxistinên gelên resen rexne li pîrozkirina Roja Columbus kirin û gotûbêjên nû derketin holê ku çawa roja Columbus wer pîroz kirin bê ku behsa xwecihên eslî yên vî welatî bibe, ji ber wê yekê di salên dawî de Roja Columbus bi xelkê resen ên Amerîkayê ve tê girêdan.
Wekî bersîvek ji van nîqaşan re, Roja Gelên Resen di gelek wîlayet, bajar û saziyên Amerîakyê de tê pîrozkirin. Armanca vê rojê ew e ku dîrok, çand, ziman, kevneşopî û beşdarîya gelên resen di avakirina civaka Amerîkî de bêne nasîn û rêz li mafên wan bê girtin.
Ev roj ji bo gelek kesan ne tenê bêhnvedanek e; lê ew derfetek e nû ye ji bo ku dîroka Amerîkayê bi hemû alîyên wê, hem yên serbilindiyê hem jî yên êş û neheqîyê, bê nirxandin û rêz li gelên ku berî hatina Ewropîyan li vê parzemînê dijîyan bihê girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Serok Donald Trump, roja Înê, 9'ê Cotmeha 2026’an, li Odeya Rojhilat a Qesra Spî li Washingtonê, merasîma Roja Columbus li dar xistibû.