Di roja 3’ê Gulanê de, Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê tê bîranîn, rojeke ku raport li seranserî cîhanê balê dikişînin ser girîngiya rojnamegerîyê û azadîya ragihandinê. Lê di sala 2026’an de, raport û dane nîşan didin ku rewşa rojnamegerî li cîhanê li jêr zextên mezin de ye, bi taybetî li welatên wek Îran û Çînê.
Peyamnêrên Bêsînor dibêjin, ji bo cara yekem di dîroka xwe de, zêdetirî nîvê welatên cîhanê dikevin di kategorîya "dijwar" an "pir xirab" de ji bo rojnamegeriyê têne dabeş kirin. Ew dibêje di 25 salên borî de ti carekê ewqas xerab nebûye, "Ev ne tenê kêmbûnek hêsan e, lê nîşanek krîzek sîstematîk di cîhana rojnamegerîyê de ye."
Li çaralîyê cîhanê, zexta desthilatdarîyê li ser medyayê zêde dibe. Hikûmet ji bo kontrolkirina bidesxistina azad a agahdarîyan her ku diçe qanûnên "ewlehîya neteweyî", sansur û gefên qanûnî zêdetir bikar tînin. Di heman demê de, qelsîya darayî ya sektora medyayê û zexta darayî ya li ser rojnamevanan medyayê ji bandora siyasî û bazirganî re bêtir xistiye di metirsîyê de.
Li gorî Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor, welatên wekî Norwêc, Estonya û Holanda di azadîya rojnamegerîyê de li cîhanê pêşeng in. Taybetmendiyên ku bûne sedema parastina azadiyan di warê medyayê û rojnamegeriyê de li van welatan ev in: Çarçoveyeke qanûnî ya bihêz ji bo piştgirîya azadîya derbirînê û parastina rojnamevanan, hebûna medyayeke serbixwe û destwerdana siyasî ya herî kêm.
Berevajî vê, welatên wekî Îran, Çîn, Koreya Bakur û Erîtiriya, medyayê bi tevahî kontrol kirine û pir caran erkên ku rojnamevan ji bo pîşeya xwe pêk tînin dixin kategorîya tawankarîyê.
Îran yek ji wan welatan e ku azadîya rojnamegerîyê di bin gefê de ye. Li gorî Rêxistina peyamnêrên Bêsînor, azadîya rojnamegerîyê li welêt bi awayekî sîstematîk tê sînordarkirin. Îran bi berdewamî di nav welatên herî xirab ên cîhanê de ji bo azadîya rojnamegerîyê û azadîya rojnamevanan cih digire.
Rojnamevanên li Îranê ji ber xebata xwe ya rojnamegerîyê bi girtina neqanûnî, cezayên girtîgehê yên dirêj û cezayên giran re rû bi rû ne.
Piştî xwepêşandanên li Îranê, bi dehan rojnamevan hatin girtin û gelek dezgehên medyayê hatin girtin. Kontrola înternetê û çavdêriya dîcîtal jî, azadiya çapemeniyê li welêt bêtir sînordar kiriye.
Ji ber metirsîyên ku rojnamevan li welêt pê re rû bi rû dimînin, carinan tê gotin ku rojnamegerî li Îranê ne tenê sînordar e, lê di heman demê de metirsîdar e.
Li Îraqê rewşa rojnamevanên serbixwe bi gef û tundûtûjiyê re rû bi rû ye, û komên çekdar û hêzên siyasî bi giranî azadîya rojnamegerîyê û rojnamegerîya serbixwe sînordar dikin. Li Îraqê, bingeha qanûnî ya parastina azadîyên takekesî û azadîya rojnamegerîyê pir qels e, û qanûnên heyî ji ber nebûna dadwerîyek serbixwe nayên bicîhanîn.
Peyamnêrên Bêsînor dibêjin ku medyaya serbixwe li Îraqê bi berdewamî di bin gefên gendelî û mîlîşya û komên çekdar de ye.
Li gor raportan, Çîn yek ji welatên herî xerab a di warê binpêkirinên mafên rojnamevan û rojnamegerîyê de ye.
Li Çînê niha zêdetirî 330 rojnamevan di zindanê de ne, gelek rojnamevan tên kuştin, birîndarkirin an tehdîdkirin, herwiha qanûn û propaganda tên bikaranîn da ku rastîyê veşêrin.
Bi tevahî, azadîya rojnamegerîyê li çaralîyê cîhanê di kêmbûnê de ye, û pirsgirêkên sereke yên li hember azadîya rojnamegerîyê li çaralîyê cîhanê tepeserkirina hikûmetê, qelsîya darayî, tundûtûjî û kontrola dîjîtal in.