Your browser doesn’t support HTML5
4’ê Tîrmehê, Roja Serxwebûnê Çi Ye?
Amerîka îro “Roja Serxwebûnê” pîroz dike. 4'ê Tîrmehê salvegera 242’yê ya Ragihandina Serxebûna Amerîkî ya ji bin desthilata Brîtanî ye.
Hemwelatîyên Amerîkî di vê rojê de bi rêdeçûn, seyran, konsert û nîşandanên curbicur vê rojê pîroz dikin û bi alên Amerîkî xanîyên xwe û kolanan welêt dixemlînin.
Li paytêxt Washington jî pîrozbahîya salane ya 4'ê Tîrmehê, bi tevlîbûna şenîyeke mezin tê kirin.
Di pîrozbahîyê de, ku di navbera Kongres û Qesra Spî de pêk were, ragihandina serxwebûnê wê wek şano, bi zindîkirina Thomas Jefferson, Benjamin Franklin û John Adams, ji beşdarvanan re were nîşandan.
Di pîrozbahîya îro de herwiha fîşekên esmanî têne avêtin û stranvanên navdar jî konsert pêşkêş dikin.
Di 4’ê Tîrmeha sala 1776’ê de, nûnerên 13 stanên Amerîkî bi fermî Danezana Serxwebûnê (Decleration of Independence) belav kirin û peywendîyên xwe bi Brîtanyayê re qut kirin.
Şerê serxwebûnê berî wê yekê bi salekê destpê kiribû û heta sala 1783'an berdewam kiribû. Bi Peymana Parîsê, serwerîya Amerîka bi fermi hatibû nas kirin.