Hêzên Ewlekarîya Navxweyî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (Asayîş) îro Pêncşemê ragihand ku wan tevahîya derbasgehên herêmên jêr kontrola Rêvebirîya Xweser ligel deverên hikûmeta Sûrîyê girtine
Asayîşê got ku derbasgehên Tabqa û Reqa û Dêra Zorê dê bo demeke nediyar girtî bimînin.
Ev biryar di demekê de tê ku girjî û alozî di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hêzên hikûmeta Sûrîyê de li parêzgeha Helebê û hinek deverên din zêde dibin.
Rêvebirîya Giştî ya Ewlekarîya Derbasgehan diyar kir ku ev biyar hewlek e ji bo xweparastinê ji pêşhatên leşkerî yên vê dawîyê.
Asayîşa Rêvebirîya Xweser got ku derbasgeh dê li pêş haletên mirovahî û saxlemî û rêxistinên mirovî vekirî bimînin.