Fransa, Almanya, Brîtanya û Amerîka îro Sêşemê ser rewşa niha li bakur û rojhilatê Sûrîyê û bajarê Kobanîyê daxuyanîyeke hevbeş belav kir
Wezîrê Derve yê Fransa Jean Noël Barrot, Wezîra Derve yê Brîtanya Yvette Cooper, Wezîra Derve ya Almanya Serap Güler û Nûnerê Taybet ê Amerîka Tom Barrack di daxuyanîya hevbeş de dibîjin:
“Em pêşwazîyê li dirêjkirina 15 rojan a agirbesta di navbera Hêzên Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin ku di 24'ê Çile de hatiye ragihandin. Em bang li hemû alîyan dikin ku bi tundî pabendî agirbestê bin û xweragirîya xwe ya herî zêde nîşan bidin.”
”Em ji hemû aliyên derve dixwazin ku di peydakirina aştî û kêmkirina tundiyê de tevlî me bibin. ”
“Em bang li alîyan dikin ku sivîlan û binesazîya sazîyên sivîl biparêzin. Em pêşwazîya avakirina korîdorên mirovî dikin ku xizmetên bingehîn digihînin bajarê Kobanîyê,” daxuyanîyê got.
Di beşekî daxuyanîyê de, wezîrên her çar welatan spasiyên xwe şandin bo alîyên alîkar ên wekî Herêma Kurdistana Îraqê û got, “Em rola hevkarên wekî Îraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk di şerê li dijî Daişê de girîng dinirxînin. “
Di dawîyê de daxuyanî dibêje, “Em daxwazê ji hemû alîyan dikin ku li gor rêkeftina 18'ê Çile ya 2026'an bilez li ser agirbesteke mayinde li hev bikin û di zûtirîn dem de ji nû ve dest bi danûstandinên bi armanca tevlîbûneke aştîyane û domdar li Bakur-rojhilatê Sûrîyê bikin.“