Di pevçûnên dawî yên di navbera Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) û hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî li bakur û rojhilatê Sûriyê de gelek dîmenên bêrêzî û biçûkxistina jinên Kurd belav bûn. Di wan dîmenan de hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî de hin şervanên jin weke dîl nîşan didin û wan eşkence didin û biçûk dixin.
Diyardeya biçûkxistin û êşkenceya jinên şervan di nava Kurdan de û li seranserî cîhanê reaksyonên nerazîbûnê nîşan dan.
Ji alîyê exlaqên civakî û oldarî jî ev diyarde hatin şermezar kirin û bûn sedem ku ev pirs bibe mijara ser minberên mizgefan û nav dêr û kenîseyan.
Piranîya kesayetîyên olî yên Kurd ev bûyer şermezar kirin û dan zanîn ku berevanîya xak û hebûnê erkekî exlaqî yê Îslamî ye û jinên Kurd yên şervan dixwazin berevanîyê di ber hebûna xwe de bikin. Di mizgeftan de li hemû herêmên Kurdan mijara gotarên roja Înê mijara êşkence û biçûkxistina jinên Kurd bû. Wan behsa serderîya çekdarên Artêşa Erebî ya Sûrî ligel jinên Kurd dikir weke karekî hovane û dijî şerî’et û ola Îslamê bûn.
Besam Ehmed, Rêvebirîya Rêxistina Sûrîyên Ji bo Rastî û Dadwerîyê, derbarê wan bûyeran gote Dengê Amerîka, “Rêxistina me gelek haletên binpêkirinan tomar kirine, çi kuştinên meydanî yên rasterast, êşkencedan, lîstina bi cenzeyan û biçûkxistina şervanan di dema êxsîrkirinê de.”
Besam Ehmed.
Ehmed dibêje, ew karên li hember jinên şervan hatine kirin, di dema dîlkirinê de û gefa kuştin, lîstina bi cenazeyan, êşkencedana, ev hemû “eşkere tawanên cengê ne.”
Parêzvanê Kurd got ku piranîya vîdyo û tomarên gihîştine rêxistina wî hatine lêkolîn kirin û hin ji wan hatine piştrast kirin ku nasname û cih û tawankar hatine nasîn, lê hinek jî hîn tên lêkolînkirin.
Ciwan Yûsif, Berpirsê Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan, ji Dengê Amerîka re got ku “Di wan şerên vê dawîyê de li Rojava gelek binpêkirinên dijî mafên mirovan çêbûn, nexasim û bi şêweyekî serekî li dijî jinan.”
Yûsif dibêje, sedema wan binêkirinên dijî jinan ew e ku “Di nav artêşa Sûrîyê de hinek hene ku ne gelekî dûr in ji çekdarên Daişê, ku zêdetir li ser jinan tekez dikin.”
Komîta Kurdî ya Mafên Mirovan
Ew dibêje, binpêkirinên vê dawîyê, ji Şêx Meqsûd hatin destpêkirin dema ku “laşê şervan Deniz ji qata jor avêtin xwarê, piştî ku ew hatibû kuştin. Dewleta Sûrî rê nade ku rêxistina me here Helebê, li Şêx Meqsûd lêkolînan bike.”
Ciwan Yûsif dide zanîn ku zêde binpêkirin li Kobanîyê, Tebqa, Reqa, Heleb û derdora Hesekê çêbûne. WÎ got karekî gelek giran e ku ev hemû werin piştrastkirin û belgekirin.
“Gelek vîdyo hatine weşandin, hin ji wan rast in û hin jî sexte ne. karek mezin divê heta yên rast û sexte ji hev werin cûdakirin.”
Di heman çarçoveyê de, îro Çarşemê Wezareta Derve ya Îsraîlê di platforma Xê de dîmenên şervana Kurd Deniz weşand û ligel nivîsî ku “Pêkahteya Kurd li Helebê di bêdengîya navnetwî de tê tunekirin, tenê ji ber ku ew Kurd in." Wezaretê herwiha got ku "Mafên mirovan ne keyfî û bijarte ne. Bêdengî ne bêalîbûn e.”
Hikûmeta demkî ya Sûrî heta nivîsîna vê raportê ti kom berpirs dernexistiye, ne jî daxuyanîyên fermî ser binpêkirin û biçûkxistina jinên şervan daye.