Serokê Fransayê Emmanuel Macron pîrozbahî li Sûrîyê kir piştî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi “aştîyane tevlî dewleta Sûrîyê bibin.”
Daxuyanîya Macron a li ser platforma X’ê, îro Çarşemê piştî ku Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî hilweşandina HSD’ê ragihand, hat. Macron pesna pabendbûna Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed El- Şeri' da. Wî herwiha spasîya Ebdî û HSD’ê kir ku di vê mijarê de bi berpirsyarî tevgerîyan.
Macron herwiha bal kişand ser rola Fransayê di piştgirîya vê pêngavê de û eşkere kir ku Fransa wê ji nêz ve bişopîne ka ev peyman çawa tê cîbicîkirin.
Serokê Fransayê herwiha got ku welatê wê alîkarîya veguhestina li Sûrîyê bike, lê divê yekîtî û serwerîya Sûrîyê bê parastin.
Wezareta Derve ya Fransayê jî pîrozbahî li ragihandina hilweşandina HSD’ê kir û diyar kir ku ev gaveke girîng e da ku Sûrîye bibe yek dewlet, serbixwe bibe û mafê her kesî biparêze.