Ciwanên Kurd yên Sûrî: Ne Opozîsyon Ne jî ENKS Nûnertîya Me Nakin

Xortên Kurd yên di destpêka şoreşa Sûrîyê de derketibûn kolanan reşbînîya xwe dîyar dikin ku ti hêvîya wan ji Cenev 2’yê tune ye.

Ew dibêjin, ne opozîsyona Sûrî ne jî Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) nûnertîya wan nakin.

Ciwanê Kurd bi navê Fîxan Ebdûlbaqî ku 3 sal berê di 16 salîya xwe de, li Qamişlo beşdarî xwepêşandanan bûye ji Dengê Amerîka re wiha peyîvî.

“Dema me dest bi xwepêşandanan kir ti partî û rêxistinên ku niha xwe wekî nûnerên şoreşê nîşan didin li holê nebûn.”

Xortê Kurd dixwaze ku partîyên sîyasî pêşî guh bidin dengê xortên ku ev şoreş dane destpê kirin.

Bizavkar Şivan Şivan ku ew jî niha li Stenbolê dimîne, li ser Konfrensa Cenev wiha dipeyîve.

“Ez bawer nakim Cenev 2 here serî, dibe ku şandeyên niha li wir in bêyî ti lihevhatinekê vegerin malên xwe.”

Şivan kêfxweşîya xwe jibo avakirina rêvebirîya kantonên Kurdistana Sûrîyê jî tîne ziman.

“Daxwaza me ya pêşî herêmeke federalî ye, lê em ragihandina kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê jî bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em hêvî dikin ku tevahîya partrîyên Kurdên Sûrîyê beşdarî van rêvebirîyan bibin.”

Your browser doesn’t support HTML5

ST_1_30_14