Rêvebirîya Xweser jiber Korona Alîkarîya Diravî Dide Malbatên Xizan

Navenda krîza vîrusa korona ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku wê alîkarîya malbatên xizan kir û 300 mîlyon lîrayê Sûrî da her malbatê.

Hemdan Ebid, cîgirê seroktîya hevbeş ya encûmana rêveber ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê got ku ta dawîya karantînayê ewê alîkarîya welatîyan bikin.

“Berî belavbûna vîrusa korona me amadekarîyên xwe ji bo hemû kirîzan kiribû,” Ebid got.

Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo rûbirûbûna hemû qeyranan sindoqeke taybet ya diravî ava kiribû û niha alîkarîya welatîyan ji wê sindoqê tê kirin.

Herwiha, ji bilî pêşkêşkirina alîkarîya aborî fatureyên av, kehrebe û paqijîyê ya du mehan ji welatîyan nayên wergirtin.

Hêjayî gotinê ye ku Desteya Tendirustî ya Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li her heremekê nexweşxaneyeke taybet jibo tûşbûyên vîrusa korona amade kiriye û ta niha tenê 3 kes tûşî korona bûne.

Your browser doesn’t support HTML5

RK_04_30_2020_Alîkarî_Korona