Rêvebirîya Xweser Jineke DAIŞ’ê ya Sudanî Radestî Hikûmeta Sudanî Kir

Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê îro Pênçşemê jineke DAIŞ’ê ya Sudanî radestî balyozxaneya Sudanê ya Sûrîyê kir.

Şêwirmendê balyozxaneya Sudanê Haşim Elî hat Qamişlo û hevdîtinek ligel berpirsê karê derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Omer re pêk anî.

Di dawîya civînê de Omer û Elî li avahîya desteya karê derve preskonferansek li dar xist.

Omer got ku di encama danûstandinên bi hikûmeta Sudanî re, wan biryar da ku jina DAIŞ’ê ya bi navê Neda Samî Seîd radestî balyozxanê Sudanê bikin.

Omer got ku Rêvebirîya Xweser rêzê li mafê mirovan digire û bi Elî jî dît ku tendirûstîya jina DAIŞ’ê baş e.

Elî jî spasîya Rêvebirîya Xweser kir ku were Qamişlo û DAIŞ’ê û zaroka wê wergire.

Di dawîya preskonferansê de her du alî li pêş kamerayan belgeya radestkirinê imza kirin û piştre Elî û jina Sudanî û zaroka wê bi rêka firokê ji Qamişlo çûn.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_09_20_2018_Sudan