Rojek ji Dîwana Mala Dengbêjan li Dîyarbekirê

Bajarê Dîyarbekirê.

Di sala 2007’an de di çarçoveya projeyeka Yekîtîya Avrûpayê de, bi piştgirîya Şaredarîya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê, ji bo dengbêjan malekî hatîye tahsîs kirin. Ji bo ku dengbêj li cîhekî ku li gora rihê vê kevneşopîyê hunera xwe îcra bikin, xênîyekî kevn yê Dîyarbekirê ji alîyê Şaredarîyê ve hat nûkirin û bi navê Mala Dengbêjan kirin xizmeta gel. Pênc sal in bi dehan dengbêj li ev der digîjin hev û bi deng û kilamên xwe dilê civatê xweş û geş dikin.

Li Mala Dengbêjan ji 15 rojan carekî Dîwana Dengbêjan tê sazkirin. Di rojên ku diwan ku tên sazkirin de, bi dehan kes tên û ji dengbêjan kilaman gohdar dikin.

Vê heftê nêzîkê sed kes ji bo Dîwanê, li mala dengbêjan kom bûn. Diwana ku bi elqeyek mezin hat temaşe kirin, nêzîkê sê saet dewam kir.

Serokê Daîreya Çandê ya Şardedarîyê Muherrem Cebe ji bo xêrhatinê axaftina destpêkê kir. Muharrem Cebe destnîşan kir ku çend salên dawî jê derkeve, dîrok û kelepora Kurdan li ser berhemên dengbêjîyê hatine heta roja me. Muharrem Cebe weha dewam dike “ çîrok û destanên kurdan bi kilamên dengbêjan gihîştine van rojan. Bi saya wan îro gelek nivîskar, roman û helbestên xwe li ser kevneşopîya dengbêjîyê bilind dikin. Ev ji bo me dewlenmedîyek pir mezin e.” Muharrem Cebe dîyar dike ku dengbêjî ji bav û kalan, ji koşk û serayên Mîr û Began hatîye heta îro û neha jî di bin banê Malên Dengbêjan ya Dîyarbekirê da jî ev kevneşopî berdewam dike.

Piştî Muharrem Cebe, Ahmet radike mîkrofonê û dest bi bernameya Dîwana Dengbêjan dike. Ahmet bixwe jî xwedîyê dengek gellek xweş û bilind e, lê jiber ku pêwşkeşvanîya dîwanê dike, vê heftê kilaman nabêje.

Dengbêjê ku diwanê dide destpêkirin Elîyê Qerejdaxî ye. Elî di sala 1963’an de ji gundê Sadîyê ya li ser Dîyarbekirê ye, hatîye dinê. Dengbêj Elî, di heft salîya xwe de ji çavan bûye, jiber hindê neçûye mektebê. Dengbêj Elî di zarokatîya xwe da şivanîyê jî kirîye lê neha debara xwe bi firotina çay û qehweyê dike. Elî di civata dengbêjan de hînê kilaman bûye. Kerem bikin em ji dengê Elî, strana Dilberê gohdar bikin.

…. Lê lê dîlber heyran min got malxirabê te çav reşê birîn kirê…

Min got bejna te zirav e ji minara mezin ê,

Min got dilber te mala min xirab kir agir berdayê…

Di kilaman de piranî buyerên eşîrî û serhildanên Kurdan tên vegotin. Kilamên evînî û ên şînê jî gelek in. Dema ku em goh didin dengbêjan, bala mirov dikşîne ku piranîya kilaman ji devê jinan hatine gotin, lê bi sewta zilaman gihîştine roja me.

Di Mala Dengbêjan de di nav 27 dengbêjan de tenê jineka dengbêj heye, ew jî Feleknas e. Feleknas 47 salî ye û dîya pênc zarokan e. Li gundê Zovangê ya girêdayê Muşê hatîye dinê. Di 12 salîya xwe de, hem ji teypan hem jî ji dawet û keç û jinan hînê sitranbêjîyê bûye. Ligel stranên şahî û dawetan, di şînan de jî hînê zêmeran bûye. Feleknas di civata mêran de straneka evînî ya ku medeta xwe li ser zîyaret û meqeban digere, dibêje. Kerem bikin em goh bidin vê evînê.

Rizgan dibê Nurê lê Nurê, were çoka xwe deyne erdê

Ez qaskî serê xwe deynim serê,

Nurê çoka xwe datnîne erdê, Rizgan serê xwe dide ser çokê

Dikeve xew û xewnê ye

Rizgan dibê Nurê, kafir bavê min xewnek dîtiye ka were xewna min şîrove bike…

Mala Dengbêjan ji bo turîstan jî rawestekeka girîng e. Jiber ku di nav rojê de ji hewşa xênî, her carê deng û stranek xweş bilind dibe. Ev roj jî ji bo gohdarîya wan gelek turîst hatine û bi eleqeyek mezin dengbêjan gohdar dikin.

Piştî Feleknas, dor tê ser Şemsedînê Gimgimî. Şemsedîn di sala 1969’an de li Gimgima Muşê tê dinê. Li gund şivanî û cotkarî dike, piştî ku mala xwe tîne Dîyarbekirê, di avahîyekîde dest bi dergevanîyê dike. Şemseddîn, kilamên dengbêjîyê ji bav û birayên xwe û ji dengbêjên serhedê hîn dibe. Îro di diwanêda straneka evînî dibêje. Kerem bikin em ji dengê Şemsedîn evîna dila gohdar bikin.

Lê lê limin ê lê wayê, wele evdal nizanim li …

Ger rojek rêya we bi Dîyarbekir ket, hun dikarin berê xwe bikin Mala Dengbêjan ya ku li taxa Mêrgehmedê ye û ligel çayeka xweş ji dengbêjan kilamên ji hev xweştir gohdar bikin.