Hûsîyan Êrîşî Firokxaneya Edenê Kir

Wezareta Veguhastinê ya Yemenê îro Çarşemê ragihand ku Hûsîyan bi mûşek û dronan êrîşî firokxaneya navneteweyî ya bajarê Edenê kir.

Vê hefteyê, hêzên hikûmeta Yemenê bi piştgirîya firokên şer yên koalîsyona bin rêberîya Erebistana Siûdî, dest bi êrîşeke mezin kir.

Armanca koalîsyonê ew e ku axa nêzîkî Tengava Bab Mendeb û li dora Mûxayê ku Hûsîyan di meha Îlonê de girtibûn, paşde bistînin.

Hûsîyan berê êrîşî binesazîyên mîna firokxane, parzûngehên petrolê û lûleyên petrolê yên li Erebistana Siûdî, kirine.

Herwiha, koalîsyonê îro Çarşemê ragihand ku wan li bakurê Riyada paytexta Erebistana Siûdî, mûşekeke Hûsîyan rûxandîye.